Skip to content

Kitêba Pîroz wisa dibêje:

"Mesîh li gor Nivîsarên Pîroz, ji bo gunehên me mir û hat veşartin û li gor Nivîsarên Pîroz roja sisiyan hat rakirin. Ji Kîfas re, piştre ji diwanzdehan re xuya bû.

Em dizanin mirov,ne bi kirina Şerîetê, lê bi baweriya ku bi Îsa Mesîh e rastdar derkeve. Û me jî bawerî bi Mesîh Îsa aniye, da ku em ne bi kirina Şerîetê, lê bi baweriya bi Mesîh rastdar derkevin. Çimkî tu kes, bi kirina Şerîetê rastdar dernakeve.

Çimkî kî ku tevahiya Şerîetê pêk bîne û di tiştekî tenê de bikeve, li ber tevahiya wê sûcdar e.

Çimkî meaşê ku guneh dide, mirin e; lê diyariya Xwedê, bi Xudanê me Mesîh Îsa jiyana herheyî ye.

Bi ser ku ew di xasîtiya Xwedê de bû jî, Wî wekheviya bi Xwedê re xenîmetek hesab nekir. Lê belê wî mezinahiya xwe ji xwe xist,
Xasîtiya xulam stand û bû mîna mirovan, Di şiklê mirovan de xuya bû. Wî xwe nizim kir, îtaet kir û çû mirinê, Heta çû mirina li ser xaçê. Ji bo vê yekê Xwedê ew gelek bilind kir Û navê di ser her navî re da wî. Da ku bi navê Îsa, Hemû yên li ezmên, li erdê û di bin erdê de, Herin ser çokan Û ji bo rûmeta Bav Xwedê, Her ziman eşkere bike û bêje ku Îsa Mesîh Xudan e.
 
Mesîh jî bi carekê ji bo gunehan cefa kişand, da ku me bigihîne Xwedê. Yê rast ji bo yên nerast mir. Ew di bedenê de hat kuştin, lê ji aliyê Ruh ve hat vejandin.
 
Îsa di ber neheqiyên me de teslîmî mirinê hat kirin û ji bo rastderxistina me rabû.
 
Eger tu bi devê xwe eşkere bikî ku Îsa Xudan e û di dilê xwe de bawer bikî ku Xwedê ew ji nav miriyan rakiriye, tê xilas bibî. Çimkî ji bo rastdariyê bi dil tê bawerkirin û ji bo xilasbûnê jî bi dev tê eşkerekirin. Nivîsara Pîroz dibêje: «Her kesê ku baweriyê bi wî bîne, nayê şermkirin.» Di navbera Cihû û miletên din de cihêtî tune; eynî Xudan Xudanê hemûyan e û ji hemûyên ku gazî wî dikin re merd e. Çimkî: «Her kî ku gazî navê Xudan bike, wê xilas bibe.»
 
Xilasî bi tu kesî din tune; çimkî di bin ezmên de, di nav mirovan de, navekî din nehatiye dayîn ku em bikarin pê xilas bibin.
 
Çimkî wî rojek kifş kiriye û ewê di wê rojê de bi destê zilamê ku wî destnîşan kiriye bi dadperwerî dîwana dinyayê bike. Bi rakirina wî ya ji nav miriyan wî ewlehî da hemûyan, ku ji bo vî karî ew mirov hatiye destnîşankirin.
 
Û çawa ku ji bo mirovan carekê mirin û piştî wê dîwanbûn neçar e
 
Îcar her yek ji me wê li ser xwe hesab bide Xwedê.
 
Ji bo vê yekê birano, bizanin ku bi destê wî, lêbihûrtina gunehan ji we re tê danbihîstin. Û her kesê ku baweriyê bi Îsa tîne, ji wan hemû tiştên ku bi Şerîeta Mûsa we nikaribû hûn bê sûc bibin, rastdar derdikeve. 
 
Hemû pêxember li ser wî şahidiyê dikin, her kesê ku baweriyê bi wî bîne, bi navê wî efûbûna gunehan distîne.
 
obe bikin û ji bo ku li gunehên we bê bihûrtin bila her yek ji we bi navê Îsa Mesîh imad bibe û hûnê diyariya Ruhê Pîroz bistînin. 39Çimkî ev soz ji bo we, ji bo zarokên we û ji bo hemûyên ku dûr in; ji bo her kesî ye ku Xudan Xwedayê me gazî wî dike.

Hûn dixwazin bêtir bizanibin?