Êdî şerm nîne
Erebî Xwedê di şeş rojan de her tişt afirand. Di roja çaran de wî ezman, ango hemû stêrkên li ezmanan, afirand, da ku rûmeta Xwedê eşkere bikin. Di roja şeşan de wî mirov afirand da ku rûmeta xwe nîşan bide.
Lê belê, Xwedayê Herî Berz biryar da ku vê rûmetê bi mirovan re parve bike. Wî bi dayîna nav, mal, û desthilatdariyê li ser afirînên din û bi çêkirina wan di sûretê Xwedê de, qedr da mirovên pêşîn, Adem û Hewayê. Ew bi rûmeteke mezin bi Xwedê re dijiyan.
Adem û Hewa di civakeke bêkêmasî de, di malbateke bêkêmasî de dijiyan. Ew di çavên hevûdu de û her weha di çavên Xwedayê Karîndar de jî ewle û birûmet bûn. Ew di nav xweşiyeke mezin de bûn, lê xweşiyeke ku dom nekir.
Adem û Hewa wek endamên guhdar ên civat/malbata Wî, qedrê Xwedayê Karîndar negirtin. Li şûna wê, wan li Şeytan, dijminê Xwedê, guhdarî kir. Xwedayê Herî Berz ji Adem û Hewayê re gotibû ku eger ew fêkiya dareke diyar bixwin, ewê bimirin. Lê Şeytan ji wan re got ku eger ew fêkiyê bixwin, ewê bibin xwediyê heman rûmetê wek Xwedê.
Di biryara herî felaket a ku mirovan heta niha daye de, Adem û Hewa li Şeytan guhdarî kirin. Wan wek endamên guhdar û dilsoz ên civata wî, qedrê Xwedê negirtibûn.
Û hingê wan hest pê kir: şermeke mezin, giran û canşikestî. Ew endamên civatê yên bêdilsoz bûn, xwe şermezar kirin û Wî bêrûmet kirin.
Di gelek çandan de, tiştên wek destavxane û berazan wek tiştên şermok û pîs têne hesibandin. Wê demê xwezayî ye ku ew ji bo parastina rûmeta kesên li derdorê, dûr têne girtin. Bi heman awayî, Xwedê jî Adem û Hewa ji civata xwe derxistin û rûmeta xwe parast.
Wek derbeyeke din, wî her weha rûmeta jiyana herheyî jî ji wan stand, wek ku wî soz dabû ku ewê bike.
Adem û Hewa dilşikestî bûn. Wan mala xwe, navûdengê xwe, malbata xwe, rûmeta xwe û qedrê xwe winda kiribûn - tenê şerm ji wan re mabû.
Adem û Hewa bapîrên me yên mezin, mezin, mezin... bûn. Ew dêûbavên me yên pêşîn in. Navê wan navê me ye. Şerma wan şerma me ye.
Bifikirin ku bavê we xayînê civata xwe bûya, an diya we fahîşeya gund bûya. Şerma ku hûnê hilgirin tenê perçeyek ji bêrûmetî û rezîliya bêdawî ye ku em hemû wek endamên malbata Adem û Hewa û endamên berê yên civata Xwedê di bin de dijîn.
Gava Xwedê li me dinêre, Ew navê pîskirî yê malbata Adem û Hewa dibîne, yên ku bihuşta wî ya birûmet înkar kirin û li şûna wî li pey dijminê wî çûn.
Gava Xwedê li me dinêre, Ew dibîne ku em heman tiştî dikin. Her yek ji me, bêyî kirinên dê û bavên me yên pêşîn, her ku em guh nadin wî, em berdewam dikin ku Xwedayê Herî Berz bêrûmet bikin û navê wî pîs bikin.
Bi şermeke wisa ku li stûyê me daliqandî ye, Hebûna Herî Birûmet, Xwedayê Karîndar, dê tu carî nehêle em tevlî civata wî bibin. Ji bo demek kurt, li ser vê dinyayê, rehma nêzîkbûna ji dûr ve li civata Xwedê û derfeta guhertina çarenûsa me heye. Lê gava em bimirin, emê di şerma xwe de bên veşartin û, wek berazan û destavxane, her û her ji hebûna bi heybet û birûmet a Xwedayê Karîndar bên avêtin, da ku em rûmeta wî zêdetir pîs nekin.
Mixabin, ew li vir naqede. Li seranserê cîhanê, li seranserê dabeşên olî, û li seranserê dîrokê, mirovan dev ji hewldana rakirina şerma xwe bernedaye. Bi gelek cûrbecûr kirinên xwerû yên dînî û karên qenc, mirovan bi awayekî bêhêvî hewl daye ku xwe li ber Xwedê bigihînin rewşeke birûmet. Rastiya wêranker ev e ku, bi kirina vê yekê, mirovan tenê şermeke zêdetir li ser xwe kom kiriye.
Tu hewldan û kar nikarin rûmetê li mirovan vegerînin. Tiştek ku em bikin nikare me vegerîne nav civata Xwedê. Em derbeder in. Em nikarin bi zorê têkevin hundir. Divê em bên vexwendin. Divê em bên qebûlkirin.
Xwedê bi tevahî dev ji Adem û Hewa berneda. Gava ku wan guh dabû Xwedê, ew bi rûmeta wî hatibûn pêçan û tu şerm hîs nekiribûn, her çend ew tazî bûn. Niha ku wan rûmeta Xwedê winda kiribû, wan tazîbûna xwe dît û şerma xwe naskirin.
Ji ber vê yekê Xwedê bi kuştina heywanekî bêguneh ji bo ku ji wan re cilan çêbike, pêçeke qismî ji şerma wan re da. Lê wê tenê şerma wan a derve, wêneyek ji şerma wan a hundirîn, rakir. Ji bo vê yekê hewcedariya wan bi tiştekî zêdetir hebû.
Xwedê sozek da. Wî ji wan re got ku rojekê yek ji neviyên wan wê Şeytan tune bike û rûmeta wan bi tevahî vegerîne. Wî ji pêxemberên paşerojê re got ku ev kes wê li Beytlehmê ji keçeke bakîre ji dûndana Dawid Padîşah ji dayik bibe, û ew bi xwe jî wê bibe padîşah û pêxember. Wan pêxemberîtî kir ku ewê bi 30 zîvan bê îxanetkirin û bi derewan bê tawanbarkirin.
Gelek, gelek sal şûnda ji bo ku soza xwe ya ji Adem û Hewa re û peyamên ku dabû pêxemberên xwe bi cih bîne, Xwedê Îsa şand da ku her kesê ku baweriyê bi wî bîne, bikaribe li pey wî vegere nav malbata Xwedê.
Wî jiyaneke awarte jiyan kir. Ew li Beytlehmê ji keçeke bakîre di nav feqîriyê de ji dayik bû. Wî nexweş qenc kirin, bahoz aram kirin, bi keramet mirovan têr kir, cin derxistin, mirî rakirin û kotî paqij kirin. Wî peyameke hêviyê ji bo feqîran, ji bo bindestan, ji bo yên dilnizm anî. Wî Qaydeya Zêrîn a hezkirinê hînî mirovan kir û me hemûyan ber bi pîrozî û rûmeta hundirîn a Xwedê ve ku ji kirinên derve wêdetir e, araste kir.
Îsa yekane kes e ku heta niha jiyaye û carekê jî guh nade Xwedê. Ew nûnerê bêkêmasî yê mirovahiyê li ber Xwedê bû ji ber ku wî bi her tiştê ku got, kir û fikirî, qedrê Wî girt.
Rojekê, Xwedê ji Îsa xwest ku bi qurbaniya herî mezin a ji hemûyan qedrê wî bigire...
Îsa ku dizanîbû mirin li ser wî ye, dua kir, "ne îradeya min, lê ya te be"
Wê duaya hêsan hemû rûmet û birûmetî ji Îsa re misoger kir. Wî heta mirinê guh da Xwedê û bi kirina vê yekê, rûmet li malbata Adem vegerand ku kirinên wan ên şermokî di serî de mirin anîbûn.
Xwedê Îsa rakir ku tevlî wî bibe. Wî destûr da ku Îsa li tenişta wî, li milê wî yê rastê rûne. Wî navekî ku ji hemû navan mezintir e daye Îsa. Wî ew kiriye Padîşahê her tiştê ku afirandiye. Wî desthilatdarî daye Îsa ku di Roja Dawî de li dinyayê dîwanê bike. Ev rûmet digihîje me.
Ji ber ku Îsa mirov bû, ew bûye nûnerê mirovahiyê. Ji ber vê yekê wî bi giştî rûmet li malbat an eşîra Adem û Hewa vegerandiye. Li awayê ku welatek qedrê malbata lehengekî şer ê ketî digire bifikirin.
Ya duyemîn, Îsa li ser navê me ji Xwedê daxwaz dike. Ew navbeynkarê me ye. Ew ji Xwedê dixwaze ku bi dilovanî li me binêre. Ew pesnê me dide. Ew ji Xwedê re dibêje ku ew çiqas ji me hez dike. Bi kirina vê yekê, Îsa rûmeteke mezin dide me û Bav wê pêşwaziya me bike. Bi rewşeke wisa mezin a rûmetê li ber Xwedê, gava Îsa ji Bavê xwe dixwaze ku destûrê bide me ku em li bihuştê tevlî wî bibin, Xwedê guhdarî dike.
Lêbelê, her kes rûmeta Îsa wernagire...
Rûmeta giştî ya malbata me hatiye vegerandin. Lêbelê, wek kesan, tiştekî zêdetir hewce ye.
Îsa got, "Her kesê ku li ber mirovan min qebûl bike, ezê jî li ber Bavê xwe yê li ezmanan wî qebûl bikim. Lê her kesê ku li ber mirovan min înkar bike, ezê jî li ber Bavê xwe yê li ezmanan wî înkar bikim." Metta, beşa 10 ayetên 32-33
Gava kesek li pey Îsa biçe, Îsa wê vê yekê ji Xwedê re ragihîne. Û Xwedê li Îsa guhdarî dike ji ber ku Îsa bi jiyana xwe bi tevahî qedrê Xwedê girt.
Bi rastî, her kesê ku bawer bike ku yekane riya wergirtina rûmetê li ber Xwedê ew e ku li pey Îsa biçe, Xwedê wê wî dîsa pêşwazî bike nav civata xwe, wek ku wî bi Îsa re kir.
Pir kes red dikin ku li pey Îsa biçin. Li şûna ku rûmeta ku ew bi me re parve dike wergirin, ew hewl didin ku rûmeta xwe bi dest bixin. Her tiştê ku ew dikin tenê şermeke zêdetir tîne ser wan ji ber ku ew difikirin ku kirinên wan ên biçûk wê rûmetê ji Xwedê re bînin. Ev mirov wê her dem di şerma xwe de nixumandî bin û gava ew bimirin ewê bi tiştên din ên şermok re her û her bên avêtin.
Lêbelê, ji ber ku Îsa dixwaze rûmet û birûmetiya xwe parve bike, her kesê ku tevlî wî bibe di civata Xwedê de dikare di mîrasa ku Îsa bi qedrgirtin û guhdana Xwedê heta mirinê bi dest xistiye de parve bike.
Ew mîras rûmeta jiyana herheyî bi Xwedê re piştî ku em bimirin di nav xwe de dihewîne.
Ji bo her kesê ku li pey Îsa diçe û bi wî re têkildar e, Xwedê soz dide ku wan vegerîne nav civata xwe. Bi rastî, Îsa ewqas ji me hez dike ku ew dixwaze her tiştê ku bi dest xistiye bi me re parve bike, ji ber vê yekê di her tiştê ku Îsa bi dest xistiye de, tevî jiyana herheyî bi Xwedê re li Bihuştê, para me wekhev e.
Rûmeta malbata me ji hêla Îsa ve, nûnerê bêkêmasî yê mirovahiyê, hatiye vegerandin. Rûmeta me ya şexsî dikare were vegerandin gava ku em bi hemû dil, hiş, giyan û hêza xwe li pey Îsa biçin.